PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî derbarê biryara YNKê ya li ser guhertina parêzgarê Kerkûkê bo pişka Tirkmenan ragihand, “Em bi ti awayî ne li gel wê yekê ne ku bi rêya berdewamiya bazarên gumanbar ên Otêla Reşîd bi îradeya dengderên Kerkûkê û çarenivîsa Kerkûkiyan were lîstin.”
Serok Mesûd Barzanî îro 16ê Nîsanê ligel Konsulê Giştî yê Rûsya yê Hewlêrê Maxim Rubin civiya.
Baregeha Barzanî derbarê civînê de daxuyanî û ragihand, Konsulê Giştî yê Rûsyayê Maxim Rubin di hevdîtinê de tekezî li ser pêwendiyên kûr, stratejîk û demdirêj ên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de kiriye. Rubin pesnê helwesta hevseng a Herêma Kurdistanê û parastina aramiyê daye û gotiye, Rûsya girîngiyeke mezin dide pêgeh û bandora Serok Barzanî û hêvî kiriye ku pêwendiyên Rûsya û Herêma Kurdistanê zêdetir bi pêş bikevin.
Herwiha Konsulê Rûsyayê nêrîna welatê xwe ya li ser guherîn û rûdanên herêmê anîye ziman û diyar kiriye, Rûsya dixwaze nêrîna Serok Barzanî ya derbarê rûdan û pêşhatên herêmê de bizanibe.
Serok Barzanî jî tekezî li ser kûrkirina pêwendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de kir û bal kişand ser pêşkegtin û guherînên dawî yên herêmê .
Serok Barzanî got: “Herêma Kurdistanê ti carî ne li gel şer û aloziyan e. Em di wê baweriyê de ne ku ti pirsgirêk bi şer û pevçûnên leşkerî çareser nabe. Divê pirsgirêk bi rêya dîplomasî û dan û standinan bên çareserkirin. Herêma Kurdistanê ti carî nebûye beşek ji wan şer û pevçûnên ku li herêmê hene û dê nebe beşek ji wan jî. Her wiha me piştgirî nedaye ti tevgerên leşkerî û şerên li herêmê. Lê mixabin tevî vê helwesta me ya zelal û eşkere jî zilmleke mezin li Herêma Kurdistanê hat kirin. Ji ber êrişên berfireh ên mûşekî û dronan hejmarek welatiyên Herêma Kurdistanê şehîd û birîndar bûn.”
Rewşa Kerkûkê û helwesta PDKyê
Serok Barzanî derbarê Kerkûkê de jî da zanîn: "Em di wê baweriyê de ne ku divê Kerkûk bibe bajarekî ku mînaka bihevrejiyan û biratiya pêkhateyan be. PDK her tim li gel mafên hemû pêkhateyan bûye. Gelek caran ji bo pêkhate û xelkên din dev ji mafên xwe berdaye û destkeftiyên xwe kirine qurbanî."
Serok Barzanî destnîşan kir, "Em bi ti awayî ne li gel wê yekê ne ku bi rêya berdewamiya bazarên gumanbar ên Otêla Reşîd bi îradeya dengderên Kerkûkê û çarenivîsa Kerkûkiyan were lîstin.”
Civîna Otêla Reşîd
10ê Cotmeha 2024an, bêyî beşdariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Eniya Tirkmenan û beşeke Erebên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, li gel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Otêla Reşîd a Bexdayê de civiya bûn û parêzgar û serokê Meclisa Parêzgeha Kerkûkê hatibûn hilbijartin.
Niha jî YNK hewil dide di van rojan de posta parêzgariya Kerkûkê radestî Eniya Tirkmenan bike.