PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li ser êrîşên berdewam ên komên çekdar ên nêzîkî Îranê yên li Herêma Kurdistanê peyameke tund belav kir.
Serok Barzanî diyar kir, ji destpêka şerê li Îranê ve 450 caran bi dron û moşekan êrîşî Herêma Kurdistanê û Hêza Pêşmergeyan hatiye kirin û da zanîn, di nav wan êrîşan de 5 caran Baregeha Barzanî hatiye armanckirin û doh jî li Duhokê bi dronan êrîşî mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatiye kirin. Serok Barzanî got, “Ev yek bi şermezarkirin û telefonan çareser nabe.”
Serok Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê ti carî nebûye beşek ji pirsgirêk, alozî û şerên li herêmê û da zanîn: “Lê mixabin komek kes hene, bêyî ku kes rê li ber wan bigire, bala wan a sereke ew e ku dê çawa û bi çi rêyê dijberiya Herêma Kurdistanê bikin.”
Serok Barzanî peyameke zelal da rayedarên Iraqê û êrîşên li Herêma Kurdistanê wekî “şerfiroşiyeke eşkere û zilmeke mezin” bi nav kir û wiha pê de çû: “Ev yek bi şermezarkirin, telefon, peyam û komîteyan çareser nabe. Divê rayedarên Iraqê helwesta xwe diyar bikin. Yan divê eşkere bikin ku ne di şiyana wan de ye rê li ber wan komên derveyî qanûnê bigirin yan jî divê cidî bikevin dewrê, dewletê biparêzin û tedbîrên cidî wergirin.”
Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de got: “Gelê Kurdistanê bi îradeyeke ji pola, peyama xwe ya aştiyane û doza xwe ya rewa diparêze. Ti gef, êrîş û dijminan nekariye û nikare wê îradeyê bişikîne.”