PeyamaKurd – Li parêzgeha Hewlêrê, îro alîkariya sêyem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo her malbatên hejar ku 100 hezar Dînar e, destpê kir.
Li gor zanyariyan, di çarçoveya alîkariya giştî ya Herêma Kurdistanê de, ji bo her malbatekê 100 hezar Dînar li 140 hezar malbatên hejar tê belavkirin. Li sînorê parêzgeha Hewlêrê 49 hezar malbat jê sûdê dibînin.
Ji bo ku qerebalixî li bankan çênebe, alîkarî li 24 bankan tê belavkirin û rojane hin malbat bi kurtenameyan têne agahdarkirin.
Hikûmet vê alîkariyê dide malbatên ku dahata wan a mehane kêmtirî 400 hezar Dînarî ye. Di nav wan de: Zarokên bê serperişt, jinebî, astengdar, bêkar, karker û karêcî yan ew malbatên ku xwediyê malbatê bi her sedemê di girtîgehê de be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin