Bi zêdebûna haletên nû re Tuzxurmatû xistin karantînayê

Bi zêdebûna haletên nû re Tuzxurmatû xistin karantînayê

PeyamaKurd – Şaneya Krîzan a Hikûmeta Iraqê ragihand ku bi zêdebûna haletên tûşbûna koronayê re bajaroka Tuzxurmatû ya girêdayî parêzgeha Selahedîn xistine karantînayê.

Li gorî ragihandina şaneya krîzan, ji îro heta 28ê Gulanê karantînaya li Tuzxurmatûyê berdewam dike ku beriya niha jî qedexeya derve bo wî bajarokî hatibû ragihandin.

Hat diyarkirin ku hejmara pêketiyên koronayê li Tuzxurmatûyê gihîştiye 14 kesan û bi zêdebûna haletên nû re jî biryar hatiye dayîn dikan, firûn û bazar girtî bimînin.

Heta niha li Iraqê 4 hezar û 469 nexweşên koronayê hatine tomarkirin ku ji wan 160 kesan can daye û 2 hezar û 738 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin