Li Qamislo çalakvanekî sivîl hat revandin

Li Qamislo çalakvanekî sivîl hat revandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, çalakvanê sivîl û medyakar Fener Beşîr Temê, êvara Şemiyê ji aliyê çend nenaskirî ve hatiye revandin ku hê jî aqûbeta wî nediyar e.

Li gorî zanyariyan otombîleke jeep a spî ew li nêzîkî Peykerê Basil Esed, li ser rêya Balefirxaneya Qamişlo revandine.

Bavê Fener Beşîr Temê, gotiye ew nizanin kîjan komê kurê wî ravandiye û daxwaz kiriye aliyên berpirsyar jiyana welatiyan û çalakvanên sivîl biparêzin.

Hêjayî gotinê ye, ev bûyer li demeke ku li bajarê Qamişlo pevçûn di navbera hêzên asayişê û komeke çekdar a ser bi Hikûmeta Sûriyê ve pêk tên rû daye.

Şeva borî jî Hêzên Dîfai Medenî ango Hêzên Berevaniya Niştimanî yên girêdayî hikûmeta Sûriyê, li taxa Hilko ya başûrê Qamişlo, teqe li rêbendeke Hêzên Ewlehiya Rêveberiya Xweser kiribûn û Hêzên Ewlehiyê bersiva wê teqeyê dabûn û di encamê de 2 endamên Hêzên Bervaniya Niştimanî birîndar bûbûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin