PeyamaKurd – Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê (UNAMI) derbarê şer û pevçûnên di navbera hêzên girêdayî PKKê û artêşa Iraqê de li Şingalê daxuyaniyek belav kir.
UNAMIyê li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê ragihand: “Em ji ber pevçûnên li Şingalê û encamên wê yên xirab li ser sivîlan, gelekî nîgeran in. Pêwîst e ewlehî û aramiya Şingalê beriya her tiştî be.”
UNAMIYê diyar kir: "Gelê Şingalê berê gelek êş û azar kişandine û ew hêjayî aştiyê ne û ew jî bi saya desthilata dewletê be. Cihê têkderên navxweyî û derveyî li Şingalê nîne.”
Hêjayî gotinê ye, ji ber şer û pevçûnên berdewam ên navbera hêzên bi ser PKKê ve û artêşa Iraqê de, heta niha hejmarek welatiyan malên xwe hîştine û derketine.
Artêşa Iraqê herî dawî du demjimêr ji bo vekişîna PKKê ji Şingalê daye ku gefa derbên mezin li wan xwariye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin