Hikûmeta Iraqê bi sandeke xwepêsanderan re civiya

Hikûmeta Iraqê bi sandeke xwepêsanderan re civiya

PeyamaKurd - Hikûmeta Iraqê, bi şanda nûnerên xwepêşanderan re hevdîtinek encam da.

Rayedarên hikûmeta Iraqê, li gel şanda xwepêşanderên Bexda û bajarên din ên Iraqê civiya. Piştî civînê daxuyaniyek nehat belavkirin.

Li aliyê din Serokê Parlamentoya Iraqê Muhammed Helbûsî jî li parlamentoyê pêşwazî li komeke nûnerên xwepêşanderan kir.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdûlmehdî duh aşkere kiribû ku ew amade ne bi nûnerên xwepêşanderan re bicivin.

Hêjayî gotinê ye ku çalakiyên protestoyî ji 1ê Cotmehê û vir ve li Iraqê û bajarên din ên başurê Iraqê didomin. Xwepêşander daxwaza xizmetguzarî, nehiştina hejariyê ji hikûmeta federal a Iraqê dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin