PeyamaKurd – Şanda Danûstankar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di derbarê çareseriya pirsên navbera Hewlêr û Bexdayê, bi hejmarek rêveberên siyasî yên Iraqê re civiya.
Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî ji K24 re ragihand: “Nabe rizqê xelkê bibe qurbaniya milmilaniya siyasiyan.”
Qasim Erecî di civîna ligel şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê de destnîşan kir: “Nabe nakokî û ciyawaziya fikr û ramanan bandorê li ser rizqê welatiyan bike.”
Herwiha Erecî da zanîn: “Hêza Herêma Kurdistanê, di berjewendiya Bexdayê de ye.”
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî di civînê de destnîşan kir: “Nakokiyên siyasî bandoreke mezin li ser peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kiriye. Divê li ser çareserkirina kêşeyan xebat were kirin û mafên welatiyan werin dayîn.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin