Artêsa Iraqê dike ku ji Kerkûkê derkeve!

Artêsa Iraqê dike ku ji Kerkûkê derkeve!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyan rewşa Kerkûkê her ku diçe xirab dibe. Êdî hat îddakirin ku heke hinekî dî jî rewş xira bibe, Artêşa Iraqê wê ji bajêr derkeve.

Di derbarê mijarê de Serokê Meclîsa Bajarê Kerkûkê Rebwar Talabanî ji çapemeniya Kurdî re daxuyaniyek da û got ku “heta niha Bexdayê li dijî qanûnê tevgerî û piştî bûyerên 16ê Cotmehê dixwaze ku kul û derdên Kurdan yên berê, careke dî bîne serê wan. Lewra piştî ku pêşmerge ji Kerkûkê derketin, ewlehî û aramî nemaye. Hêzên Artêşa Iraqê ji bo ku di dema gengeşiyekê de bireve amadekariyan dike. Heta ji gelê Kurd xwestine ku ji wan re cilên sivîlan amade bikin da qene di dema gengeşiyekê de cilên sivîlan li xwe bikin û birevin. Ji ber vê yekê divê berî gavekê hêzên pêşmergeyan werin li Kerkûkê bi cih bibin.

Talabanî wiha berdewam kir: Li Bexdayê kî were ser îqtîdarê, pêşiyê destekê ji Kurdan dixwaze û paşî jî mafên Kurdan binpê dikin. Lê belê her wextî Kurdan nîşan dan ku niyeta wan paqij e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin