PeyamaKurd - Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi raspartina Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bangewaziya Serokwezîrê Iraqê yê karvekêşayî Adil Ebdulmehdî, serdana Bexdayê dike.
Hat ragihandin ku şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî ye û dê li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê yê ji kar vekişiyaye Adil Ebdulmehdî, Wezîrê Petrolê Samir Xezban, aliyên siyasî yên Şîe û hejmarek balyozên welatan re bicive.
Serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê, piştî ku 16ê Nîsanê li ser daxwaza Adil Ebdulmehdî, Wezareta Darayî ya Iraqê şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê rawestand pêk tê.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil doh ragihandibû ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendî bi hemû biryarên hevtêgihîştina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê yên meha Kanûna 2019an e.
Hêjayî gotinê ye, ji ber derengketina pesendkirina budceya giştî ya sala 2020an a Iraqê, Bexda û li gor budceya sala 2019an, mehane 453 milyar Dînar ango nîvê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê dişîne ku niha ew budce hatiye birîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin