Di xwepêsandanên Lubnanê de bi dehan kes birîndar bûn

Di xwepêsandanên Lubnanê de bi dehan kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Xwepêşandanên li Lubnanê yên ji ber nebûna xizmetguzariyê û bê îstiqrariya siyasî pêk tên, ji nû ve dest pê kirin.

Hat ragihandin ku di navbera xwepêşander û hêzên ewlekariya Lubnanê de pevçûn çêbûn û di encamê de herî kêm 74 kes birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku di xwepêşandanên doh de xwepêşanderan li Terablusê hewl daye derbasî Seraya bibin û bi molotof û keviran êrîşî hêzên ewlekariyê kirine û 2 otomobîl şewitandine û alozî di navbera wan û hêzên ewlekariyê de derketiye.

Rêveberiya hêzên ewlekariya Lubnanê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku ji ber hewildana derbasbûna Seraya û bikaranîna molotofan, 9 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn û bang li xwepêşanderan hatiye kirin bi paş de vekişin.

Xaça Sor a Lubnanê jî daye xuyakirin, 11 birîndar ji bo nexweşxaneyan hatine veguhestin û 63 kesên din jî li cihê xwe hatine dermankirin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin