PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê herî dawî, 24 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û kesekî can da.
Li gor daxuyaniya Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser, li Rojavayê Kurdistanê kesekî bi vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest daye.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa diyar kir; 24 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 4 kes li Hesekê, 7 kes li Qamişlo, 8 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 1 kes li Tirbespiyê, 1 kes li Reqayê, 2 kes jî li Şehbayê ye.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi Koronayê ketine, gihişt 8227 kesan, ji wan 1158 kes baş bûne û 283 kesan jî can dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin