PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniyê yê Îranê Mihemed Riza Aştîyanî ragihand ku Peymana Çekdanînê ya dijberên Îranê yên li Iraqê ku dê di nav 2 rojan de bikeve meriyetê, nehatiye dirêjkirin.
Mihemed Riza Aştîyanî, di derbarê peymana ku bi rêveberiya Bexdayê re li ser bêçekkirin û veguhestina komên dijberên rejîma Îranê hatiye destnîşankirin axivî.
Wezîrê Îranê got, "Tu dirêjkirina (lihevkirinê) tuneye. Em ê di deqîqeya 90emîn da nirxandinekê bikin û li gorî wê tevbigerin."
Li gorî peymana ewlehiyê ya ku bi Iraqê re hatiye destnîşankirin, Îran dixwaze rêxistinên li dijî Îranê yên li Bakurê Iraqê tevdigerin, ji aliyê rêveberiya Bexdayê ve heta 19ê Îlonê bên bêçekkirin û derbasî herêmeke din bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin