Scholz: Divê li Rojhilata Navîn çareseriyeke siyasî ji hevrikiyê re bê dîtin

Scholz: Divê li Rojhilata Navîn çareseriyeke siyasî ji hevrikiyê re bê dîtin

PeyamaKurd – Serokê Almanyayê Olaf Scholz, piştî civîna bi Serokê Dewleta Filîstînê Mahmûd Abbas re, cîvîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir, ji bo di navbera Filîstîn û Îsraîlê de aştiyeke domdirêj û parastina ewlehiyê, divê li Rojhilata Navîn çareseriyeke siyasî ji hevrikiyê re bê dîtin.

Serokê Almanyayê Scholz da zanîn ku di civînê de mijarên dualî û herêmî hatine gotûbêjkirin û di navbera Almanya û Filîstînê de pêwendiyên curbecur û nêzîk hene. Herwiha got, li ser rageşiya dawî ya li Xezeyê jî axivîne û berdewamiya agirbestê bi kêfxweşî pêşwazî kirine.

Herwiha Serokê Almanyayê eşkere kir: “Divê ji bo di navbera Filîstîn û Îsraîlê de aştiyeke domdirêj û parastina ewlehiyê, divê li Rojhilata Navîn çareseriyeke siyasî ji hevrikiyê re bê dîtin.”

Herwiha Scholz destnîşan kir, wî di civînê de ji bo hewldana çareseriya hatiye gotûbêjkirin a du dewletî, misogerî daye Mahmûd Abbas û diyar kiriye ew hevkarên ewlemend in û ew ê di hevkariya xwe de berdewam bin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin