PeyamaKurd – Serokkomarê Misrê Abdulfettah El- Sanî û Şêxê Qetarê Tamîm bin Hamad Al Sanî piştî 7 salan li Misrê li payîtext Qahîre hevdîtin kirin û bi hevre axifîn. Hevdîtina her dû serokan li Koşka serokatiyê li Îttîhadiyê çêbû. Her dû serok di civînê de li ser têkilyên duqolî û pirsgirêkên herêmê axifîn.
Medya Qatarê hevdîtinê weka gavekî girîng binav kir û ragihand ku di hevdîtinê de li ser veberhênan, enerjî, bergirî, çand û sporê axifîne. Medya Misrê jî ragihand ku di destpêka sala 2021 ê de têkiliyên her dû dewletan ji nûh destpêkirine û dixwazin têkiliyên wan bibin normal.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin