PeyamaKurd – Rojnamevan Nevzat Bingol di bernameya RS FMê got ku di daniştina dadgehê ya 18ê Hezîranê de, ew li bendê ne Heserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş bê berdan û serbestberdana parlamentarê berê yê HDPê Ferhat Encu jî wekî mînak nîşan da.
Rojnamevan Bingol di bernameya li ser hilbijartinên Stenbolê de behsa dûrketina kurdan ji AKPê kir û diyar kir, gotinên van dawiyan ên AKPê trawmayake cidî çêkirine û piştî vê saetê Abdullah Ocalan jî bê berdan Kurd dengên xwe nadin AKPê.
‘KURD GELEKÎ POLÎTÎZE BÛNE, GOTINÊN HATINE KIRIN JI BÎR NAKIN’
Li ser helwesta Kurdan a di hilbijartinên 23yê Hezîranê de Nevzat Bingol bal kişand ser gotinên namzedê AKPê yê şaredariya Stenbolê Binalî Yildirim ên Diyarbekirê û got, hilbijêrên Kurd gelekî polîtîze bûne, digel jestên wiha jî gotinên giran ên berî hilbijartina 31ê Adara 2019an di hişê wan de zindî ye.
Wî rojnamevanî herwiha da xuyakirin ku dê piştgiriya kurdan bêhtir bo namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu be û got, “Bi îfadeya min dê ‘Kurdên Kemalîst’ qedera vê hilbijartinê diyar bikin ku ev îronî jî bi dijberiya AKPê bûye rastî.”
‘DIFIKIRIN DEMIRTAŞ JÎ BERDIN, LÊ…’
Bingol diyar kir ku gotinên Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu yên wekî ji nû ve tayînkirina qeşûman hilbijêrên Kurd gelekî aciz dike û li ser mijara berdana Selahattîn Demirtaş jî wiha axivî:
“Bendewariyeke eşkere heye. Ferhat Encu hat berdan. Lê ji niha şûnde Ocalan jî berdin fêde nake. Gotinên van dawiyan bûn sedema trawmayeke cidî. Heta alîgirên AKPê jî ji vê ûslûbê aciz bûn. Di encamê de belê, serbes berdana Demirtaş jî tê fikirîn û ji xwe hemwelatî jî dibêjin ti sûcekî wî nîne. Dibêjin tekane sûcê wî li hember Erdogan muxalefeteke bihêz kiriye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin