PeyamaKurd – Li welatê El Salvador ê parzemîna Amerîkayê, girtîgeha herî mezin a çeteyan hat vekirin.
Di girtîgeha ku 74 km dûrî paytexta El Salvador, San Salvadorê ye de 40 hezar girtî dikarin bên bicihkirin ku ew girtîgeh ji bo tawanbarên çeteyan hatiye avakirin.
Piştî vebûna girtîgehê bi qasî 2 hezar girtî bi piyên tazî bo girtîgehê hatin veguhestin.
Serokê El Salvadorê Nayib Bukele got: "Wê ev der bibe mala nû ji bo wan ku êdî nikaribin ziyanê bidin zêdetir xelkê.”
Rêxistinên civaka sivîl bi awayê veguhestina girtiyan û avakirina wê girtîgehê Nayib Bukele tawanbar dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin