Ji Wezerata Sehîd û Enfalkiriyan agahiya nû: 170 kes di gora bikom de ne

Ji Wezerata Sehîd û Enfalkiriyan agahiya nû: 170 kes di gora bikom de ne

PeyamaKurd - Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan ya Kurdistanê hin agahiyên nû derbarê gora bikom a enfalkiriyan ku li Semaweyê hatiye dîtin belav kirin.

Beriya niha hatibû ragihandin ku bi qasî 90 kes di gora komî ya Semaweyê de hene, lê wezaretê got ku ew texmîn dikin derdora 170 kes di gora bi kom ya Semawe de hatibin binaxkirin.

Berdevkê Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan ya Kurdistanê, Fuad Osman ji BasNewsê re gotiye, “Heta niha hestî û pirûskên 113 kesan di gora bi kom ya Semawe de hatine derxistin. Ev jî nîşan dide hejmara wan kesên ku di wê gorê de hatine binaxkirin, ji amara ku beriya niha hatibû ragihandin, zêdetir e.”

Li gorî Fuad Osman vedana wê gorê heta du rojên din jî xilas nabe û ew texmîn dikin derdora 170 kes di wê gorê de hatine binaxkirin.

Berdevkê Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan da zanîn, li devera Semawe du gorên din jî hene û diyar kir, piştî vedana wan goran dê bermahiyên cenazeyan bo Bexdayê bên şandin da ku têsta DNA were kirin, paşê dê bi merasimekê derbasî Kurdistanê bên kirin û li devera Germiyan bên veşartin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin