DAISê 6 leskerên hêzên Sûrî bi kêran kust

DAISê 6 leskerên hêzên Sûrî bi kêran kust

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku 6 endamên hêzên rejîma Sûriyê bi kêran ji aliyê çekdarên DAIŞê ve li bejahiya rojhilatê Dêrazorê hatin kuştin.

Hat diyarkirin hêzên rejîmê 6 cenazeyên leşkerên xwe li herêma Biir Ebû Heyaya ya li bejahiya Meyadîn a li rojhilatê Dêrazorê dîtin.

SOHRê daye xuyakirin, ew 6 endam bi destê çekdarên DAIŞê bi kêran hatine kuştin.

Li gorî amarên SOHRê berhev kiriye, ji 24ê Adara 2019an ve 721 kes ji hêzên rejîmê hatine kuştin ku ji wan 2 kes rûsî ne û 140 kes ji komên çekdarên alîgirên Îranê ne.

Hatiye diyarkirin ku ew hemû di êrîş, teqîn û kemînên çekdarên DAIŞê yên li rojavayê Firatê, bejahiya Dêrazor, Reqa, Humis û Siwêdayê hatine kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin