Zelenskiy: Divê Putin, beriya dojehê were darizandin

Zelenskiy: Divê Putin, beriya dojehê were darizandin

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, li ser şerê ku Rusyayê li dijî wan daye destpêkirin û bê navber dide dewamkirin, ji kenala televizyonê ya Amerîkayê ABCê re axivî.

Volodimir Zelenskiy, bi rêya roportaja ku da ABCê re pêvajoya şerê navbera Rusya û Ukraynayê nirxand. Zelenskiy di derbarê şer de agahiyên dawî parve kirin û li ser Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin jî axivî.

Zelenskiy di axaftina xwe de bal kişand ser tawanên ku di şer de hatine kirin û got ku “Putin tawanbarekî şer e û beriya here dojehê, divê were darizandin.”

 Serokê Dewleta Ukraynayê Zelenskiy diyar kir ku çi dibe bila bibe, divê Putin bi awayekî dadmendî were darizandin lewra divê kirinên wî bê bersiv nemînin.

Volodimir Zelenskiy, di dewama axaftina xwe de bal kişand ser hewilên hêzên Rus ên li dijî xwe û da zanîn ku hîn jî ew li peyî wî ne ku suîkastê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin