PeyamaKurd – Berdevkê Serokê Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab, piştî civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser naveroka civînê civîneke rojnamevanî li dar xist.
Dilşad Şehab da zanîn ku di civînê de, derbarê danûstandinên Herêma Kurdistanê û Bexdayê gotûbêj hatine kirin û got, “Behsa mijara destûra Iraqê hate kirin, ku di Civata Nûnerên Iraqê de pêngav bo guhertina wê tên avêtin û ji bo vê mebestê jî hewla yekxistin û yekgirtina nûnerên Kurd didin li Iraqê.”
Şehab destnîşan kir ku pêngavên Serokatîya Herêmê ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge bi hevkarîya Wezareta Pêşmerge û sazîyên hikumetê destpê kirine û cihê xweşhalîyê ye ku hemû alî ji bo vê mebestê piştevanê Serokê Herêmê ne.
Dilşad Şehab eşker kir ku di civînê de behsa berdewamîya peywendîyên navbera Serokatîya Herêmê û alîyên sîyasî hat kirin ji bo ku peywendî baştir û bihêztir bin di nav Herêma Kurdistanê de.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin