HSDê nehist ku DAISî bi ser Idlibê û Tirkiyê de birevin

HSDê nehist ku DAISî bi ser Idlibê û Tirkiyê de birevin

PeyamaKurd – Rayedarên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) radigihînin ku endam û malbatên terorîstên DAIŞê asê mane, xwestine derbasî Idlibê û aliyê Tirkiyê bibin, lê wan nehiştiye derbas bibin.

Wekî tê zanîn li bajaroka Bagozê ya navbera sînorê Sûriye – Iraqê hinek endam û malbatên terorîstên DAIŞê teslîmî HSDê bûn. Herwiha yên di şer de asê mane jî dixwazin birevin aliyê Tirkiyê. Li gor zanyariyan HSD vê destûrê nade wan.

Fermandarê HSDê Demhat Serêkaniyê ji medyayê re ragihandiye li bajaroka Bagozê şer û pevçûnên dijwar berdewam dikin û gotiye, “Pir hindik maye DAIŞ li Sûriyê were tunekirin. Ji ber ku terorîst ketine nav sivîlan şer dirêj bûye.”

Fermandarê HSDê daye zanîn, DAIŞ sivîlan wekî mertalên zindî bikar tîne û gelek endam û malbatên DAIŞê yên asê mane û xwestine biçin Idlibê û ber bi sînorên Tirkiyê, lê wan daxwaza wan red kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin