PeyamaKurd - Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Romanya li Iraqê Jacob Prada kir û di hevdîtinê de ragihand, li Herêma Kurdistanê kar bo pêkanîna hikûmeteke bihêz dikin.
Di civînê de, pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşhatên proseya siyasî ya Iraqê û pêwendiyên dualî di navbera Herêma Kurdistanê û Romanyayê de hatin guftûgokirin.
Derbarê pêwendiyên Bexda û Hewlêrê de, Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku wek Kurd piştevaniyê li Adil Ebdilmehdî yê ku bi pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatiye spartin dikin û ragihand, divê Kurd di biryarên siyasî û çarenivîsaz de hevbeşeke rasteqîne be.
Her di hevdîtinê de, behsa qonaxa piştî hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê û pêwendiyên di navbera hêzên siyasî yên Kurdistanê de hatin kirin.
Di wê derbarê de, Balyozê Romanya li Iraqê ragihand, ew Kurdistaneke bihêz û yekgirtî wek beşek ji çarçova stratejiya aramiya Iraqê de dibînin.
Herwiha Balyozê Romanyayê pêwendiyên welatê xwe û Herêma Kurdistanê bi gelek baş binav kir, ku ew girîngiyê didin wan pêwendiyan, bi taybetî di warê aboriyê de ligel Herêma Kurdistanê berdewam dibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin