PeyamaKurd – Qedexeya çalakiyan a li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê careke din bo 15 rojan hat dirêjkirin.
Walîtiya Wanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku beriya bidawîbûna qedexeya berê ya 15 rojan li tevahiya bajêr hemû çalakî, meş û xwepêşandan hatine qedexekirin.
Hat diyarkirin ku qedexe jî îro 19ê Gulanê heta 2yê Hezîranê 15 rojan hemû corên xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana konan û çalakiyên bi wan cûreyan qedexe ne.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku biryara qedexekirinê çalakiyên fermî li xwe nagire yên bi destûra parêzgar û qeymeqam li xwe nagire.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin