Heskîf ber avê de çû, kampanya 'Xwedîderketinê' dan destpêkirin

Heskîf ber avê de çû, kampanya 'Xwedîderketinê' dan destpêkirin

PeyamaKurd – Ji bo Heskîfa ku şûnwariya wê digihîje dîroka 12 hezar salan û niha di bin bendava Ilisûyê de maye, ji bo du rojan çalakiyên kurewî hatin destpêkirin.

Li gorî ragihandina rayedarên Tirkiyê dê li Bendava Ilisûyê ku dîroka li ser rûyê Heskîfê hatiye veguhestin û beşek mezin jî hatiye hilweşandin dest bi hilgirtina avê bê kirin.

Beriya ku ava bendavê berdin ser Heskîfê bi demekê komeleya 'Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya û Hewldana Jiyandina Heskifê' ji bo Heskifê di navbera 7-8e Hezîranê de Roja Çalakiya Heskifê ya Kûrewî ragihand.

Li gorî ragihandinê dê li Amerîka, Iraq, Îran, Fransa, Tirkiye û Avusturya û bi tevahî li 35 nokteyan ji bo Heskifê çalakî bên li dar xistin.

Di vê çarçoveyê de şevê din jî li ser banga xwedîderketina Heskîfê di medya civakî de kampanyayek hat destpêkirin ku gelek nivîskar, hunermend, siyasetmedar û rojnamevanan piştgirî dan wê kampanyayê.

Herwiha gelek kesan jî rexne li wê kampanyayê girtin û gotin, piştî nemana dîroka Heskîfê û bidawîbûna avakirina bendavê ti sûdeke kampanyayeke wiha bo Heskîfê nabe.

Di vîdyoya ku hat belav kirin de bangewaziya xwedîderketina Heskîfê tê kirin ku çend hunermend û nivîskarên Kurd û Tirk tê de cî digirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin