Medya Tirk: Keça Esed li Bordrumê ye

Medya Tirk: Keça Esed li Bordrumê ye

PeyamaKurd – Li gorî nûçeya rojnameya Sabah a Tirkiyê ku nêzî deshilatdariya AKPê ye, keça Serokê Sûriyê Beşar Esed a bi navê Zein Esed ji bo bêhnvendanê hatiye Tirkiyê û piştî serdana xizmên xwe yên li Stenbolê kiriye jî çûye navçeya Bodrum a Mugla ya geştiyariyê.

Di nûçeyê de tê gotin ku keça Serokê Sûriyê ya 16 salî Zein Esed berî çend rojan li Stenbolê serdana kesûkarên xwe kiriye û 6 wesayîtên biha kirê kirine û piştre jî ji bo geştê çûye navçeya Bodrum a Muglayê.

Herwiha çend dîmenên geşta keça Esed jî hatine belavkirin ji wê geştê ku rayedarên Tirkiyê derbarê wê nûçeyê de ti daxuyaniyek nedane.

Hêjayî gotinê ye, piştî şerê navxweyî yê Sûriyê deshilatdariya AKPê ya bi seroktiya Recep Tayyip Erdogan ku berê xwedî pêwendiyên gelekî baş bû bi malbata Beşar Esed re, dest bi dijatiya wî kiribû û niha jî bi rêya komên çekdar şerê rejîma Sûriyê berdewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin