Li Diyarbekirê pîrejineke 83 salî ji vîrusa korona can da

Li Diyarbekirê pîrejineke 83 salî ji vîrusa korona can da

PeyamaKurd - Li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê jineke 83 salî ji vîrusa koronaya nû Covid-19 can da û hejmara kesên li Diyarbekirê ji koronayê can dane gihîşt 17 kesan.

Hat zanîn ku pîrejineke 83 salî ku bi vîrusa korona ketibû û li Nexweşxaneya Tibê ya Zanîngeha Dicleyê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

Jina 83 salî li beşa venêrîna hûrî ya Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dihat dermankirin ku tevî hemû hewildanan jî can daye.

Li gorî çavkaniyên pizîşkî yên li Diyarbekirê heta niha li bajêr 17 kesan ji koronayê can daye ku bi qasî 200 kes jî têne dermankirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin