Pûtîn: Hedefa me alîkariya xelkê Donbasê ye

Pûtîn: Hedefa me alîkariya xelkê Donbasê ye

PeyamaKurd-Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku armanca wan alîkariya xelkê naskirî yên Donbasê ye û ew neçar bûne ku bi vê rêbazê tevbigerin.

Pûtîn diyar kir ku pevçûnên li Ûkraynayê jêneger bûn û vebijêrkeke wan a din tunebû. Serokê Dewleta Rûsyayê bi berdewamî da zanîn ku Ukrayna ji aliyê rojava ve tê rêvebirin û Rêveberiya Kîevê peymanên Minsk ên çareseriya mijarên Donbasê bi rêya aştiyane red kiribû.

Vladimîr Pûtîn li ser angaştên îzolebûna ji cîhanê jî got; “em xwe îzole nakin, nabe ku welatekî wekî Rûsyayê mezin, bi tundî were tecrîdkirin. Kîjan hevkarên me bixwazin bi me re pêwendiyê deynin, em ê bi wan re bixebirtin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin