PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand ku li başûr û rojhilatê Tirkiyê ango li bakurê Kurdistanê di îzolasyona civakê de pirsgirêk hene û li ser pirsa ragihandina qedexeya derketina derve got, heger îzolasyona civakî ya dijî belavbûna vîrusa koronayê pêk neyê, dibe ku ew tedbîrên herî tund bistînin.
Soylu got ku ew hewl didin îzolasyona civakî pêk bînin û wan gelek tedbîr wergirtine û her jî wê yekê dipîvin ku li Tirkiyê heta niha jiyan sedî 80 rawestiyaye.
Wezîrê Tirk dibêje, ew rewşa dinyayê dişopînin û dide xuyakirin ku li gorî lêkolîneke Amerîkî tedbîra herî girîng îzolasyona civakî ye ku ji sedî 75 serketinê dikare bîne.
Li gorî amarên fermî yên Wezareta Tenduristiya Tirkiyê, li Tirkiyê hejmara tûşbûyên Covid-19 gihîştiye 2 hezar û 433 kesan û 59 kesan jî can daye.
Herwiha li gorî daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî 53 hezar kes di qerentînê de ne, bêhtirî 8 hezar kesan tedawî bûne û 567 kes jî baş bûne.
Herdu amarên Tirkiyê hevdu nagirin ku ev jî bû sedema şik û gumanan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin