Li Kerkûkê bombeyek teqî: Kustî û birîndar hene!

Li Kerkûkê bombeyek teqî: Kustî û birîndar hene!

PeyamaKurd- Ji herêmên Kurdistanî yên ku li derveyî tixûbê Kurdistanê mane, li Kerkûkê êrîşeke bombeyî pêk hat. Di encama êrîşê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyên herêmê ragihandin ku Li Kerkûkê li taxa Wasîtê ji aliyê kesên ku nasnameya wan nayê zanîn ve, di nava sergoyekî de bombeyek hatiye teqandin. Bûyer seet li 23:27an çêbûye. Di encama bûyerê de sivîlê bi navê Yasir Celal jiyana xwe ji dest daye. Sivîlên bi navê Muzaffer Îbrahîm û Ela Muhsîn jî birîndar bûne.

Polîsên Kerkûkê jî ragihandin ku birîndar rakirine nexweşxaneya Kerkûkê û hêzên ewlehiyê lêpirsîn dane destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin