PeyamaKurd – Li gor ragihandina ajansa fermî ya Îranê Mêhrê; hefteya borî serokê Sûriyê Beşer Esed li Şamê li koşka serokkomariyê bi komekî rojnamevanên Sûriyê û lêkolîneran re civiya. Li ser pirsa rojnamevanan Esed li ser têkiliyên berê û îro yên bi welatan re axifî.
Esed di derbarê Rûsya û Îranê de got ku Îran hêjî desteka aktîv dide Sûriyê û Rûsya jî gelek alîkariya Şamê kiriye. Di derbarê Rûsya de Esed got ku piştî şerê Rûsya û Ûkraynayê û dorpêçên ser Rûsyayê rastiyên îro cuda ne.
Esed, Hîzbûllaha Lubnanê weka hevkarê stratejîk binav kir û got ku wê Hîzbûllahê destek bike û û îstîqrara Lubnanê ji bo Sûriyê girînge. Beşer Esed li ser têkiliyên bi Iraqê re weha got:
“Têkiliyên me yên dostane ne û em bi wan re ne li gor rewşa kesan lê em bi siyaseta Iraqê ya giştî bawerin.”
Esed bi giştî weha got:
“Bi şertê ku tewrê xwe li hemberê me biguhêre, weka berya şer em dikarin bi her dewletî re têkiliyên xwe normal bikin.”
Li ser mijara Têkiliyên bi Tirkiyê re Esed got ku têkiliyên bi Şamê re tenê di asta îstîxbaratê de ne û di wexta pêşiya me de dibe ku asta têkiliyan bilind bibe. Esed weha dewam kir:
“Tirkiye nîşan da ku dixwaze daxwazên Şamê bicîh bîne lê em ji Tirkiyê gotinan naxwazin, îcraatê dixwazin. Şaşe ku lêkolîner û rojnamevan siyaseta welatekî li gor guherîna tewrê mirovan bipîvin. Lê xwe nêzîkkirina Tirkiyê ji yên hinek welatên Ereb bêhtir samimiye. Gelo tewrê Tirkiyê samimiye an tenê manewrakî siyasiye, ne mumkune ku mirov biryarekî bide.”
Li ser têkiliyên bi HSD ê re an ku bi Rêvebiriya Xweser re got:
“Di hinek xizmet û jiyanê de, di mijara kêmasiyan de bi Kurdan re têkiliyên me hene û em wan pirsgirêkan bi pere çareser dikin. Têkiliya me ya bi HSD ê re weka têkiliyên bi eşîretan re ne û diyaloga Şamê bi Kurdan re dewam dike lê pêşdeçûnekî tine.”
Li ser mijara têkiliyên bi Amerîka re Esed got ku têkiliyên wan bi Amerîka re tinene lê ji bo wan ji ser axa dagirkirî derxin, bi berxwedana xelkê ya ku her diçe zêde dibe bawerin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin