‘Rojên Sanoya Gerok a Zarokan’ dest pê kir

‘Rojên Sanoya Gerok a Zarokan’ dest pê kir

PeyamaKurd - Rojên ‘Şanoya Gerok a Zarokan’ ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve tê lidarxistin dest pê kir. 

Rojên Şanoya Gerok a Zarokan ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) li dar dixe, doh êvarê li Bismil û Erxeniyê dest pê kir û rastî eleqeyeke baş a zarokan hat.

Lîstika “Sê Ezezok” a zarokan a Şanoya Bajêr a Amedê li Parka Ciwanan a Erxenî hat pêşandan û rastî kêfxweşiya temaşevanan hat. Dîsa Civaka Şanoya Li Dijî Dîwaran jî lîstika “Qeşmer û Peşmerî” li Parka Biratiyê ya Bismilê li dar xist.

Hat ragihandin ku dê lîstikên şanoya zarokan li navçeyên Yenîşehîr, Peyas, Karaz, Gêl, Pîran, Çinar, Hezro, Farqîn, Licê û Pasûrê jî bên pêşandan. 

 Li gorî bernameyê dê rojên şanoyê her roj li 2 navçeyan bên pêşandan û heta 26ê Tîrmehê ev pêşandan berdewam bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin