PeyamaKurd – Piştî leşker dest danî ser rêvebiriya dewleta Mynamarê, gelek grûb li hemberê rêvebiriya leşkerî nerazîbûna xwe diyar kirin û di nav grûban de hene ku li hemberê leşkeran şerê çekdarî didin.
Gelek grûb hene ku ji ber şer û pevçûnên Mynamarê îltîca kirine welatê Hindistanê lê Hindistan ji mijarê acize. Lewra Hindistan grûba ewilî ya Mynamarê derxist derveyê sînorên xwe.
Serokwezîrê eyaleta Manipur Nongthombam Biren Singh di mijarê de ragihand ku dewleta Bangladeşê jî berê 330 hemwelatiyên Mynamarê dersînor kiriye.
Li ser mijara multeciyan serokwezîrê eyaleta Manipurê di ser hesabê xwe yê Xê de got:
“Hemwelatiyên Myanmarê yên di derveyê qanûnan de di rêya qaçax de ketibûn Hindistanê, beşek ji wan me îro dersînor kir. Me heya niha li gor qanûna NY bi sedema desteka mirovî desteka hewandin û xwarinê dida grûban.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin