Li Wanê 3 kesên mirovan bi qaçaxî derbas dikirin şandin zîndanê

Li Wanê 3 kesên mirovan bi qaçaxî derbas dikirin şandin zîndanê

PeyamaKurd – Li Kurdistana Bakûr li bajarê Wanê di operasyonên ser qaçaxçiyan de hêzên asayîşê 6 kesan xistin bin çav û piştî îfadên wan girtin, wan şandin dadgehê û dadgeh 3 ji wana bi biryara girtinê şand zîndanê.

Ji ber bajarê Wanê li ser sînorê di navbera Îran û Tirkiya îro de ye, gelek caran karê qaçax yên mirovan tên kirin.

Li aliyê dinê li bajarê Wanê 158 kesên ku ji sûcên duda dewlet li wan digeriya hatin destserkirin û 61 ji wan şandin zîndanê.

Di operasyonan de hinek çeken bê ruxsat û madde yên hişbir jî hatin girtin. Sitendina îfadeyên ew kesên niha di bin çav de ne dewam dike.