Wê Holanda Patrîotan li Slokvakyayê bicih bike

Wê Holanda Patrîotan li Slokvakyayê bicih bike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber metirsiya êrîşên Rûsyayê wê Holanda pergala berevaniya asmanî Patrîotan ligel 150 leşkeran bişîne welatê Slovakyayê.

Piştî civîna Encûmena Wezîran a Holandayê ya derbarê şerê Rûsya – Ûkraynayê de, Wezîrê Berevaniya Holandayê Kajsa Ollongren, pêşhatên li sînorê Rojhilatê Ewropayê nirxand.

Ollongren ragihand ku Holanda Patrîotan û ligel wan jî 150 leşkerên holandê dişîne Slovakyayê.

Herwiha Ollongren da zanîn ku wan ev biryar ji bo bihêzkirina baskê NATO yê rojhilat wergirtiye û bi Almanyayê re jî li ser parastina sînoran û gefan di prensîbê de li hev kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin