Bexda dixwaze DAISiyan û malbatên wan li Zumarê bicih bike

Bexda dixwaze DAISiyan û malbatên wan li Zumarê bicih bike

PeyamaKurd - Rêveberê Nahiyeya Zumar a parêzgeha Mûsilê Ehmed Gergerî got, Hikûmeta Iraqê dixwaze bi planekê DAIŞiyên li Iraqê û malbatên wan li Zumarê bicih bike.

Ehmed Gergerî ji malpera KDP.info re gotiye: “Hikûmeta Iraqê nêzîkî 2500 çadir li Zumar vedaye ji bo ku malbatên DAIŞê tê de bicîh bike. Ew malbat jî ne xelkê Mûsilê ne, yan biyanî ne û yan jî xelkê parêzgehên din ên Iraqê ne.”

Gergerî wiha diyar kir: “Heya niha me û rêveberên nahiyeyên Rebîe û Eyaze û xelkê navçeyê me kariye nehêlin wan DAIŞiyan bînin navçeyê û em qet qebûl nakin wan bînin devera me.”

Gergerî da zanîn, “DAIŞ bi awayekî veşartî li navçeya Zumar heye û veşartî kar ji bo xerabkirina rewşa ewlehiyê li deverê dike û li derfetê digerin ji bo ku karên terorîstî bikin, lê eger li vir bicîh bibin dê bihêztir bibin li navçeyê.”

Navçeya Zûmarê beriya êrîşên DAIŞê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve dihat parastin ku wekî sînorê Kurdistan û Iraqê jî tê zanîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin