Rûsya: Moskow û Washington li ser mijara Idlibê di pêwendiyê de ne

Rûsya: Moskow û Washington li ser mijara Idlibê di pêwendiyê de ne

PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov ragihand ku Rûsya û Amerîka derbarê rewşa Idlibê de pêwendiyan pêk tînin.

Sergey Ryabkov ji medya Rûsî re ragihand: "Ez dikarim bi baweriyeke tam bibêjim ku gelek helwestên diyar ên li ser erdê heta rêjeyeke hatine çareserkirin ku em jê razî ne. Ev yek bi rêya pêwediyên leşkerî yên herdu aliyan (Amerîka-Rûsya) li ser hemû astan, pêk hat. Em hêvî dikin ev pêwendî dewam bikin."

Ryabkov li ser pirsa nîqaşkirina herdu aliyan li ser bûyerên dawî yên li Idlibê rû didin jî got: "Belê, hemû mijar têne nîqaşkirin."

Hêjayî gotinê ye, Rûsya piştî serneketina civînên bi Tirkiyê re li ser Idlibê vê daxuyaniyê dide û pêwendiya ligel Amerîkayê derbarê Sûriyê de eşkere dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin