Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Sengalê hin xaniyên plastîk ji bo cotkaran dabîn dike

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Sengalê hin xaniyên plastîk ji bo cotkaran dabîn dike

PeyamaKurd – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ji bo piştevaniya sektora kiştûkalê li Şengalê hejmarek xaniyên plastîk ji bo cotkaran dabîn dike.

Berpirsê ofîsa Şengalê yê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Pîr Deyan Cehfer daye zanîn: ‘‘Ofîsa Şengalê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Şengalê, bi hemahengiya li gel rêxistina Kurdis, 25 xaniyên plastîk bo cotkarên sînorê qeza Şengalê dabeş kirin.’’

Herwiha destnîşan kiriye: ‘‘Ev proje, bo piştevanî û alîkariya cotkarên deverê berdewam dibe û 10 xaniyên plastîk ên din ku gelek mezin in, dê dîsa li ser cotkaran dabeş bikin.

Berpirsê ofîsa Şengalê yê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî eşkere kir: ‘‘Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, berdewam kar dike ji bo xizmeta niştecihê Şengalê, ji bo vê carê jî serdana cotkaran kir, ji bo wê karê çandinî û kiştûkalê berdewam bin.’’

Herî dawî jî diyar kiriye, ji bo pêşdebirina sektora kiştûkaliyê li Şengalê, em ê berdewam piştevan û alîkar bin ji cotkaran re.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin