PeyamaKurd – Piştî êrîşên çekdarî yên li Amerîkayê vê carê jî li klûbeke bajarê Toronto ya Kanadayê êrîşek hat kirin ku li gorî zanyariyan 7 kes birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Global News a Canadayê polîsê kanadî derbarê êrîşê de ragihandiye ku dema êrîşa çekdarî çêbûye li demjimêr 02:00yê şevê li wê klûbê 250 kes û 40 kes jî endamên ewlekariyê hebûn û ji wan 7 kes birîndar bûne.
Polîsê kanadî ragihand ku hîn failê bûyerê nehatiye dîtin û lêgerîn dewam dikin.
Şaredarê Torontoyê John Tory, bangewazî kir ku her çi kesên agahdarî bûyerê bin alîkariya wan bikin û tawanbaran îxbar bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin