Perlementoya Îraqê derkirina hêzên biyanî ji Îraqê gotûbêj dike

Perlementoya Îraqê derkirina hêzên biyanî ji Îraqê gotûbêj dike

PeyamaKurd - Li gel tundbûna girjîyan di navbera Amerîka û Îranê de, Hevpeymanîya Fetih û Sairûn rijd in li ser gotûbêjkirina projeyasaya derkirina hêzên bîyanî ji Îraqê.

Sibe perlemana Îraqê dicive û wek endameke Komîteya Asayîşê û Berevanîyê di perlemana Îraqê de dibêje: Pêşêlkarîyên Amerîkayê dibe mijarek ji mijarên civîna sibe.

Endamê Civata Asayîş û Berevanîyê di Civata Nûnerên Îraqê de Kerîm Ilêwî ragehand: Birya re sibe, perlementoya Îraqê bicive û destwerdan û pêşêlkarîyên Amerîkayê jî, yek ji mijarên civînê dibe.

Amaje bi wê yekê jî kir, komîteya wan û hejmarek ji perlemantarên Hevpeymanîya Sairûn û Fetih rijd in li ser gotûbêjkirina pirojeyasaya derkirina hêzên bîyanî ji Îraqê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin