PeyamaKurd - Li sînorê bajarokê Sergeran a ser bi qeza Dûbiz a parêzgeha Kerkûkê, karkerek ji aliyê terorîstên DAIŞê hat revandin û ji bo azadkirina wî daxwaza pare ji malbata wî kirin.
Rêveberê polîsê Sergeran Muqadem Welîd Kakil diyar kiriye: ‘‘Şeva borî 09.07.2021ê ji aliyê terorîstên DAIŞê ve li sînorê bajarokê Sergeran karkerek dema karkirinê de hate revandin.’’
Herwiha daye zanîn: ‘‘Ew karkerê li navçeyê mijûlî kolandina bîrê bûye. Çekdarên DAIŞê piştî ew revandine, bi rêya telefonê ve jî daxwaza pare ji kesûkarên wî karkerî kirine.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin