Partiya DEMê li Mêrsînê mîtînga 'Colemêrgê' li dar xist

Partiya DEMê li Mêrsînê mîtînga 'Colemêrgê' li dar xist

PeyamaKurd – Li Mêrsînê ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê ve li ser betalkirina Mehmet Sıddik Akiş ji wezîfeya Şaredariyê Colemêrgê ji aliyê DEM Partiyê ve mîtîngek hat lidarxistin.

Hevseroka Giştî ya DEM'ê Tûlay Hatîmogûllarî Oruç, diyar kir ku di mîtînga li ber Şaredariya Akdenîzê hat lidarxistin de, ji bo dengê Colemêrgê bidin hev.

Oruç got, "Şaredarî yên gel in. Şaredarî yên hilbijartî ne, yên tayînkirî ne. Derbarê Mehmet Siddik Akiş de doz hatibû vekirin. Lê belê biryar nehat dayîn û li dijî qanûn û destûra bingehîn qeyûm hat tayînkirin hat desteserkirin."

Oruç diyar kir ku gelê Colemêrgê ne bi tenê ye û got, "Em li gel hemû gelên li Derya Spî bi we re ne. Em ê bi hev re siyaseta emanetê bi paş ve bixin. Werin em soz bidin ku têkoşîna li dijî siyaseta emanet, demokrasî û têkoşîna gel wê bi ser bikeve."

Parlamenterên DEM Partiyê yên Mêrsînê Perîhan Koca û Alî Bozan, Şaredarê Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz, Şaredarê Toroslarê Abdurrahman Yildiz û endamên partiyê beşdarî mîtîngê bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin