PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Erebistana Siûdî geştên welatiyên Erebistanê ji bo 16 welatan qedexe kir ku Tirkiye û Îran jî di nav de cî digirin.
Rêveberiya Giştî ya Pasaportê ya Erebistana Siûdî ragihandiye ku wan ji ber vîrusa Koronayê (Covid-19) geştên welatiyên xwe ji bo welatên Lubnan, Sûriye, Yemen, Lîbya, Somalî, Afganistan, Hindistan, Etiyopya, Kongoya Demokrat, Endonezya, Ermenistan, Belarus, Tirkiye, Îran, Viyetnam û Venezuelayê qedexe kiriye.
Wekî mercê geştkirina ji bo welatên din ên Erebî jî divê dema bidawîbûna pasaportên wan zêdetirî 3 mehan hebe.
Herwiha kesên geşta welatên biyanî dikin, divê dema bidawîbûna demên pasaportên wan zêdetirî şeş mehan be û doza sêyem a derziya koronayê jî wergirtibin. Tenê kesên ku kêmtirî 3 mehan di ser wergirtina doza duyem a derziya korona re derbas bûbe, wê bikaribin geştê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin