Li Ukraynayê, Qanûna Leskerî 3 mehên din hat dirêjkirin

Li Ukraynayê, Qanûna Leskerî 3 mehên din hat dirêjkirin

PeyamaKurd-Li gorî ragihandina rayedarên Ukraynayê, Qanûna Leşkerî 3 mehên din hat dirêjkirin. Hat ragihandin ku pêşniyaza qanûnê, ji aliyê 320 parlementeran ve hatiye erêkirin.

Li gorî agahiyên ku di ser malpera înternetê ya Parlementoya Ukraynayê re hatin belavkirin, pêşniyaza qanûnê ya dirêjkirina Qanûna Leşkerî, li parlementoyê hatiye dengdayîn. Li gorî ragihandinê, di dengdayîna ku bi serokatiya Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy hatiye kirin de; pêşniyaz bi dengên 320 parlementeran hatiye erêkirin.

Di 24ê Sibatê de ango roja destpêkirina şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê,  Vladimîr Zelenskiy ragihandibû ku wan biryara Qanûna Leşkerî daye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin