Dadgeha Îsraîlê, nerazîbûnên li dijî peymana sînorî red kirin

Dadgeha Îsraîlê, nerazîbûnên li dijî peymana sînorî red kirin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji qada dadwerî ya Îsraîlê hatin ragihandin, Dadgeha Bilind a Îsraîlê, daxwaznameyên serlêdana nerazîbûna ku li ser peymana diyarkirina sînorê deryayî ya navbera Îsraîl û Lubnanê hatibûn kirin, red kirine.

Hat diyarkirin ku 4 komên di nav wan de endamên opozîsyonê jî hene, daxwazname şandine Dadgeha Bilind a Îsraîlê da ku pêvajoya diyarkirina sînorê deryayî, di parlamentoyê de bê dengdayîn. Li ser mijarê hat ragihandin ku dadgehê van daxwaznameyên nerazîbûnê red kirine û pêvajo dê di cihê mayî de dewam bike.

Li gorî agahiyên hatin parvekirin, di qonaxeke din de jî dê peymana tê payîn, ji aliyê rayedarên Îsraîl û Lubnanê ve di bin çavdêrî û navbeynkariya rayedarên Amerîkayê de were destnîşankirin.

Hat eşkerekirin ku êdî ji bo ku sînorê navbera Îsraîl û Lubnanê ya deryayî were xêzkirin, ber bi qonaxa dawî ve hatine û piştî navbeynkariya rayedarên Amerîkayî heger herdu welat li hev bikin, dê peyman were destnîşankirin.

Di navbera Îsraîl û Lubnanê de neliheviya li ser 856 kîlometir qada deryayî heye û herdu alî jî îdia dikin ku ew li ser vê qadê xwedî maf in. Ji ber ku ev qada navborî rastî xala gaza xwezayî ya Karisê tê, ji bo çareseriya pirsgirêkê, rayedarên Amerîkayê jî ji sala 2020an û bi vir ve di navbera aliyan de navbeynkariyê dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin