HRWê biryara nehistina îskenceyê ya Esed wek henek û derewa 1ê Nîsanê bi nav kir

HRWê biryara nehistina îskenceyê ya Esed wek henek û derewa 1ê Nîsanê bi nav kir

PeyamaKurd – Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) li ser derxistina yasaya nehiştina îşkenceyê li girtîgehên rejîma Sûriyê ku ji aliyê Beşar Esed ve demek berê hatiye derxistin daxuyanî da.

HRWê biryara serokê Sûriyê wekî derewa 1ê Nîsanê pênase kir û daxwaz ji hikûmeta Sûriyê kir, çarenivîsa bi hezaran kesên ji aliyê rejîmê ve hatine windakirin were zelalkirin, berpirsên îşkenceyê werin cezakirin û diyar kir, bi vî awayî zehmete armanca derxistina vê yasayê were zanîn.

Di rapora HRWê hat gotin, dibe ku sedemên derxistina vê biryarê girêdayî hewlên hinek dewletan bin ji bo dadgehkirina rejîma Sûriyê û destnîşan kir, bi hezaran kes di girtîgehên Sûriyê de têne îşkence kirin, lewra zehmete ew yasaya nehiştina îşkenceyê cidî were wergirtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin