PeyamaKurd - Serokê Encûmena Parêzgaha Duhokê Fehîm Ebdullah li ser kiryarên PKKê li deverên sînorî yên parêzgeha Duhokê ragihand, artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê şerê xwe xistine nava cih, war û gundên Duhokê û vê yekê jî bêzariyek di nava gundiyan de durist kiriye.
Ebdullah bal kişand ser avakirina grûbên çekdar ên nepen ji aliyê PKKê ve li herêmê û got, “Avakirina grûbeke nû ji aliyê PKKê ve lîstina bi agir e. Heger PKKê rêzê li serwerî û berjewendiya gelê me negire, emê çi ji hêzên Tirkiyê hêvî bikin. Tiştê PKK dike, sivikirina doza Kurdî di çavê dost û dijman de ye.”
‘PKK RÊZÊ LI PRENSÎBÊN KURDAYETÎ Û NETEWÎ NAGIRE’
Serokê Encûmena Parêzgaha Duhokê Fehîm Ebdullah di bernameya “Rojev” a K24ê de got: “Pêwîst bû tevgera rizgarîxwaz a Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê li ser perensîp û nerîtên rêzgirtina şert û mercên her perçeyekî Kurdistanê hatibin avakirin, lê PKKê rêz li van perensîpên şoreşgerane, Kurdatî û netewayetiyê nagire û ji encamên wê yekê jî bi rojane şehîd dibin û gund û deverên me têne şewitandin û rê li xelkê tê girtin û xelkê me yê sivîl dibe armanca bombebarana firokeyên Tirkiyê. Xelkê sivîl baca şerê artêşa Tirkiyê û PKKê dide.”
‘ALIYÊN KURD DIVÊ JI HERÊMA KURDISTANÊ RE ALOZIYAN ÇÊNEKIN’
Fehîm Ebdullah wiha pê de çû: “Dijminên Kurdistanê her çi nakokî di navbera wan de hebin, li ser dijayetiya Kurd digihin hevdu. Başûrê Kurdistanê nû bi qehremaniya Pêşmerge rêxistina terorê DAIŞ şikand û li ser astê navdewletî wek herêmeke nîv serbixwe tê dîtin, loma pêwîst e aliyên Kurdî heger piştevaniyê lê nekin, nabe dijayetiya wê bikin û astengî û aloziyan jê re çênekin.”
‘AVAKIRINA GRÛBEKE NÛ LÎSTINA BI AGIR E’
Fehîm Ebdullah got: “Xelk êdî ji grûpên çekdar bêzar bûye û nehletê lê dike. Damezandina vê grûpê ji aliyê PKKê ve, ne tiştekî xerîb e, PKKê her roj grûpekê û bandekê û di bin alekê de û bi navekî ne ava dike. Avakirina grûpeke nû ji aliyê PKKê ve lîstina bi agir e. Heger PKKê rêzê li serwerî û berjewendiya gelê me negire, emê çi ji hêzên Tirkiyê hêvî bikin. Tiştê PKK dike, sivikirina doza Kurdî di çavê dost û dijman de ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin