PeyamaKurd – Îtirafên Emîrê DAŞIê yê Tirkiyê ji aliyê dozgeriya giştî ya Tirkiyê hat belavkirin.
Li gor nûçeyeke DW ya Almanî, Emîrê DAŞIê yê Tirkiyê yê ku bi navê Ebû Usame Eltirkî yê bi navê rastîn Kasim Guler dihat nasîn di îtîrafên xwe yên li berdem dadgehê de çend zanyariyên girîng eşkere kiriye.
Emîrê DAŞIê yê Tirkiyê di îtîrafên xwe de eşkere kiriye, wan plan kiribû ku êrîşî ser Serokê giştî yê CHP Kemal Qilicdaroglû, Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglû û hin cemxaneyên Eleviyan bikin.
Herwiha Emîrê DAIŞê destnîşan kiriye, di plannameya me de, me dixwest êrîşî ser balonên torîstan li Kapadokya û navenda leşkerî ya Amerîkî ya Incirlîkê jî bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin