PeyamaKurd – Li bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê, îro 22yê Cotmehê danê sibehê erdhejekê rû da.
Serokatiya Rêveberiya Karesatana û Rewşên Lezgîn AFADê ragihand ku li bajarê Meletiyê navenda wê navçeya Doganşehir erdhejeke bi pileya 3.6 rû rû daye.
Hate diyarkirin ku erdhej li demjimêr 03:48 û di kûrahiya 5.0 km ya binê erdê de çêbûye.
Hêjayî gotinê ye, bi taybet piştî herdu erdhejên mezin ên 6ê Sibatê li bajarê Meletiyê bi berdewamî bi hêzên cuda erdhej çêdibin ku dibin sedema ruxandina avahiyên berê xisar li wan çêbûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin