Ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî tê wezîfedarkirin

Ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî tê wezîfedarkirin

PeyamaKurd - Îro Parlamentoya Kurdistanê bi armanca destnîşankirina namzedê lîsteya serkeftî ya hilbijartinê, ku ji PDKê Mesrûr Barzanî ye dicive û piştre ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê ve, bo pêkanîna kabîneya nehem a Herêma Kurdistanê, di dema mehekê de tê rasipardin.

Parlamentoya Kurdistanê îro Sêşemê (11.06.2019) dicive û PDK, ku di hilbijartinan de wekî partiya yekem derketibû, û xwediyê kursiyên herî zêde yên perlemanê ye, namzedê xwe bo serokatiya kabîneya nû ya hikûmetê pêşkêş dike. 

Fraksiyona PDKê di hilbijartina 30 Îlona 2018an de, 45 kursiyên parlamentoyê bidest xistin û bû yekemê hilbijartinê. PDK ragihandiye, ku berbijarê wê bo posta Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî ye.

Piştî rasipardina Mesrûr Barzanî, êdî gereke din a danûstandinan ligel aliyên siyasî destpê dike ku tê çaverêkirin beşdarî pêkanîna kabîneyê bibin.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed  jî dibêje: “Divê hemû alî bi hev re bin û vê rewşa heye liber çavan bigirin û siberojeke xweştir bo gelê me çêbikin.”

Namzedê PDKê, piştî diyarkirina ji aliyê parlamentoyê û rasipardina wê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve ji bo pêkanîna hikûmetê, mehek li ber destê wî heye da ku kabîneya xwe pêk bîne. Serokê Herêma Kurdistanê jî ragihand ku piştîvaniya hikûmeta dahatû ya Herêma Kurdistanê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin